Zarok TV - Şev Baş (NÛ/NEWE)
  • last year
Êdi dema razanê ye Şev baş

Xewnên şîrîn ji çûkan re
Ji daran re xewnên şîrîn
Ji perperokan re şev baş
Ji mozan re şev baş
Şeva te bimîne xweş kuçeya min
Şeva te bimîne xweş mala min
Mîna mişkekÊ wisa bêdeng dibêjim şev baş
Ji ap û xalên min re xewnên şîrîn
Ji met û xaletên min re xewnên şîrîn
Şeva te bimîne xweş baxçeyê min
Ji çîçekên min re xewnên şîrîn

Ji pisîkan re xewnên şîrîn
Ji kuçikan re xewnên şirin
Dibêjim şev baş ji masî û beqan re
Ji hirçok û pêlîstokan re
Xewnên şîrîn
Şeva we bimîne xweş ranzayên xewê
Şeva we bimîne xweş paldankino
Xewnên şîrîn ji te re Bavo
Şeva te bimîne xweş Dayê
Ji hirçok û kîvroşkê min re şev baş

Heyv...
dibiriqe li jor
Bi hezaran stêrk diçirisin li ezmên
Di nav nivînên xwe de gelekî aram im
Heta sibehê nermenerm ez ê rakevim
şev baş


Muzîk: David Archer


-----



https://dailymotion.com/ZarokTV
https://instagram.com/ZarokTV
https://twitter.com/ZarokTV
https://facebook.com/ZarokTV
https://tiktok.com/@zaroktv
Recommended